Li welatê
min
rojname lal
ji dîya xwe dibe.
Li welatê
min
radyo kerr
ji dîya xwe dibe.
Li welatê
min
televîzyon kor
ji dîya xwe dibe.
Ewên bixwazin
li welatê
min
Ew bi saxî
ji dîya xwe bibin
Wan lal
dikin û dikujin
Wan kerr
dikin û dikujin
Wan kor
dikin û dikujin
Li welatê
min.
Çavkanî: şêrko
bêkes; ji nav şiîrên min, weşanxaneya avesta; Çapa duwem 2001 Stembol. Wergera ji
Soranî: Rûken Bağdu Keskin; Bedran Hebîb
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen