Firat pêl pêlîne
Bê deng
Gerdun li min xeman
Lê firat zelal
Fikrim li dabor bunê bê zewreq
Lê Firat zexim
Ketim kûrahî a avên
Firat
Li xerq bûm
Bûm dilopki herikim
diyar, diyar
Bûm xwarin
Bûm weaxwarin
Min xwarin, wexwarin
Geh Dubişk û Mar
Geh Gur û Çeqel
Rê dûr
Rêwingîn lezgîn
Şafir bejinbost
Firat sewzedar û drêj
Dinya cemidî
Firat gerim
Germa havinê min şarand
Kelîyam wek hilm rabûm ezman
Bûm keskesorek heft rengîn
Bê roj çum ava
Bûm ewr
Bûm mêj
Jîyam li jêr û jor
Geh bûm baran barim
Geh Teyrok
Daxwaza min mezin
Firat giranbiha
Cihan li min dijmin
Firat li min bendeman
Ez bende kiri
Lê Firat li bendeka xwe ajawe
Jîyan ji ma rû reşî
Mirin re bûm evîndar
Wek Ferişt’e bask vekim
Bifirim tebeq, tebeq
Mina Melay‘ê Cizirî
Silav bidim Feqî ê
Teyran, Mela ê Batê
Di gel Eli Herirî
Bi bim Mivan
Geh li Ehmedî Xanî
Geh li her du Seidan*
Çavkanî: Hiseyn Eli Başar: DOZA JÎN Helbest, navê weşanxaneyê, sala
çapbûnê û cîhê çapbûnê ne belû ye.
* Bediuzzaman, Şex Seid
Jêrenota
min: Di pirtûkê/kitabê de çer hatîye nivisandin
wer jî min ber girtî ye. Ez naxwezim tu helbestê ji gor xwe serrast bikim.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen