Wîn, ên mirî
çi dikin di binê axê de?
Wîn qe aciz
nabin?
Wusa rût û
tezî nacemidin?
Mal û welatê
we qe nakeve bîra we?
Ên li
dinyayê qe difikirin?
Wexta birçî
dibin
Kî dizane
dilê we dibije çi?
Kî ji we
zeveş kî ji we qawîn hesdikir
An we
birçîbun jibîr ve kir?
Yeka bedev
nêzikî we de derbas bibe
Dengê lingê wî tê we, an! ne?
Rojên we çewa derbas dibe li wir?
Bişev wîn qe ranakevin?
Mirinê we kor kir an kerr kir?
Lêvên we paçîkirinê naxwazin qe?
Gava bêrî dikin, tedayî dikişînin?
Wîn jî mîna me digrîn?
An we girî jibîr ve kirîye?
Çavkanî: Medeni Azad: Min Berfîn Dît, Weşanên Berfîn, Köln
Jêrenota min: Di pirtûkê/kitabê de çer hatîye nivisandin wer jî min ber
girtî ye. Ez naxwezim tu helbestê ji gor xwe serrast bikim.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen