kulîlkekê dirêjî min bik
te kulîlk nebe, ramûsanekê
ramûsanekê
ji hinarkan
an
ji lêvên qeresî!
girtî me
li dûr
û hepsê
serdana min î û tu tê
û ramûsanekê nikarim bistênim
heyfa salan hiltênim
deyndara min be
û wer bihêle
hinarkên gewezî!
îlleh, distênim
qîma xwe tênim, carek din…
serdanek din,
-hê bi rê neketî, hê li malê-
bipêçe ramûsana
ji min re, li desmalê
pirs hene, zanim
û zanim Xurs vala ye
te saxtî dikin bi rê de
bindestî di gewrîya te de ta ye
û li min jî bela ye
umrek e, me dayê
evînek e
ma hewcîyî şahida ye?
Çavkanî: Arjen Arî;
ramûsan min veşartin li giliyekî, weşanxaneya avesta, Stembol 2000