rabû gur
dîroka xezala letîf nivisî
‘elî ya velî…
peyva wateya
hebûnewarîya me a însanî xeyîrî
ne ez mam ne tu…
xwenasî ji keleha xwe a yekaneyî
derket
ket rîyan
meşî û licimî
her ku fikirî ket şaşî û pişirî…
hat herikandin dûra aveke bi herî
çilmisîn pelên gula xweyarîyê
dirîk mezin bûn
bejn dan û bûn dîyarî…
rabû gur
dîroka xezala letîf nivisî
‘elî ya velî…
Înkarê ji îşkê kilama
xwe rist
li hemberê mezinê
mezinan bi şirkî
ji xwe çû
ket xewê
raza ta dawî…
hin dît ku şîyarbûye
ji nişkavê;
çav beloq
qidûm sist
dest vala
rû
qirmiçî
giyan
belave
dinya
kambax
asîman
reş
saq
mirî
mirî
ax
hey
wax
sar
e ax!
rabû gur
rahişte pênûsê
û xwest ku…
na…!
ket û mir
dinya bû ev
dît ku tev virr…
hezîran1999bursa
Çavkanî: Sidîq
Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser
avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen