Freitag, 28. Oktober 2016

Ew e Jiyana Te!



Ey şeva mina tarî,
Tehdidên gur û rovîyan,
Ji tarîtiya te quwet girtin.
Tirs û xofa min jî,
Bû hoparlora dengên wan.
Ew qêriyan,
Ew kuziyan,
Ez tirsiyam.

Wexta ronahî hat,
Tarîtî wenda dibe.
Gur û rovîyan jî va wusa dizanîbûn.
Lewma ji min re gotin,
Çavên xwe bigre û qet ve meke!

Her çiqas ku dengê dilê min,
Şevaqê lêxistîye, çavên xwe veke,
Tarîtî qeder nîne, digot jî;
Tirsonektiyê tarî kiribû dunya min.
Tehdîdên zaliman jî,
Jiyan didan xofa min.
Ji tirsan guhên min nedibîhistin,
Gaziya dengê dilê min.
Zordestîyê perde xistibû
Ber ronîya çavên min.

Dengê pak bê sedem diyar nedikir,
Qet tu kes,
Qasî însanên nexwezin bibînin kor;
Tu kes jî,
Qasî însanên nexwezin bibihîsin kerr nînin.

Ronahî û tarîtî,
Kîjanî dixwezî;
Ew e jîyana te!
 
            Hesen Polat
            26 ê Adar a 2002
            Hamburg / Elmanya

Mittwoch, 12. Oktober 2016

Sêdar



                                   Dîyarbekir 1925
sêdar,
ew darên mirinê,
bi kindir, zirav û berz.
sêdar,
li erdê dagirkirî,
bi destên bêbextan rastkirî.
sêdar,
mengeneyên mirina sar,
mirina xof û dijwar.
sêdar,
kujarê azadiyê.
sêdar,
sebebê rondikên zelal.
sêdar,
ezraîlê bi destê insanan çêkirî.

                                               1997

Çavkanî: Serdar Roşan; Bazên Welat, Stembol 2005, Weşanên DOZ.

Dienstag, 4. Oktober 2016

serê sibê

ev bajar di bin bandora civîkan de
bê hiş…
û gêj…
li taxên mirtiban bilind dibe dengê dîkan
car caran se direyin
serê vê sibê…

rojê xwe hilavêt di şahiya civîkan de,

serê sibê
li vî bajarê stûxwar
min xewnek dît
xewnek ji xewnên
bi kesera dîtina yara qemer

ewrên zêrîn û gewr
mîna pêlên behreke rawestî belav bûn,
li pêşqabilê trêjên rojhilat.

ew bajar bêdeng
ez di kesera evîna qemer de dilbirîn

serê sibê…
min xewnek dît.

            Tîrmeh 1999


Çavkanî: azad avci; dilopên nîsanê, Stembol 2008, Wêşanxana Komal.