Sonntag, 30. Juni 2019

RÛKEN BE*


Rûken be, bila ewr biçin
Karker bi dil bixwebitin, rûken be
Ka ez çawa nû bidim
Dibe ku fîlmek tê bajêr
Daristanek ava dibe li çolan
Hewa diguhere, dibe Behra Sipî, rûken be

Qamîşên min hebûn, çemên min hebûn zehf
Çaqilên min hebûn
Lê tu tiştekî din î, nizam fêm dikî?
Wekî birçî me, ji dayîk suketî me
Bajar hebû ji min suketî
Psîkek min jî tune, nizam fêm dikî?

Hewa diguhere, dibe Behra Sipî, rûken be

Kemal Burkay, 1963.
*Helbest ji berhema Kemal Burkay a bi navê „Azadî û Jiyan“, ku wî wergerandiye kurdî, hatiye bijartin.

Çavkanî: arjen arî; bakûre helbestê antolojiya helbesta bakûr. Çapa Yekemîn Berfanbar 2011. Evrensel Basım Yayın, Rêza Pirtûkên Kurdî. Stembol 2011. Rûpel 59.

Freitag, 21. Juni 2019

çi hacet


xweliya Sîpanê hebit me bi tozê çi hacet
pezkoviyê Xecê hebit me bi kozê çi hacet

ew ên ku her ´eyan dikin me`rîfetê erzan dikin
ku mexfîret bazar bikin me bi sozê çi hacet

jînê xulqê Eyûb divê, sebr û aram û hûr divê
ku nav û şohretê bivê me bi dozê çi hacet

ew dilber wek spîndar in, weke nêrgiz zer û xwar in
ku l´ser golan ah û zar in me bi mozê çi hacet

bêje Temoyî tu bêje, beyt û xezel û gul bêje
ger siya Melayî hebit me bi rozê çi hacet

Çavkanî: Selîm Temo: Keştiya Bayê. Wêșanên Dara, Çapa duyem, Stenbol 2018, Rûpel: 29

Donnerstag, 13. Juni 2019

GELEK JI TE DÛR IM

Gelek ji te dûr im, rast e, canê
Bi kelecan im dil  tijî coş im,
Bedena min çav li girînê
Di nav bajarekî xamoş im*

Li ser perdeya tarî ya şev
Rewşa te ya rind dinexşînim
Tu car xew nakeve di çav:
Wê diperistim, wê diaxivînim.

1965 – Be´qûba

*Xamoş: bêdeng, tena, sakîn, temirî

Çavkanî: Abdulla Peşêw. Kurmancîkirin: Zülküf Ergün: Şevnameya. Şa’îrekî Têhnî (Hemû Berhem Berg I). Wêșanên Peywend, Stembol 2016, Rûpel: 25