Gelek ji te dûr im, rast e, canê
Bi kelecan im dil tijî coş im,
Bedena min çav li girînê
Di nav bajarekî xamoş im*
Li ser perdeya tarî ya şev
Rewşa te ya rind dinexşînim
Tu car xew nakeve di çav:
Wê diperistim, wê diaxivînim.
1965 – Be´qûba
*Xamoş: bêdeng, tena, sakîn, temirî
Çavkanî: Abdulla Peşêw. Kurmancîkirin: Zülküf
Ergün: Şevnameya. Şa’îrekî Têhnî (Hemû Berhem Berg I). Wêșanên Peywend, Stembol
2016, Rûpel: 25
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen