Freitag, 21. Juni 2019

çi hacet


xweliya Sîpanê hebit me bi tozê çi hacet
pezkoviyê Xecê hebit me bi kozê çi hacet

ew ên ku her ´eyan dikin me`rîfetê erzan dikin
ku mexfîret bazar bikin me bi sozê çi hacet

jînê xulqê Eyûb divê, sebr û aram û hûr divê
ku nav û şohretê bivê me bi dozê çi hacet

ew dilber wek spîndar in, weke nêrgiz zer û xwar in
ku l´ser golan ah û zar in me bi mozê çi hacet

bêje Temoyî tu bêje, beyt û xezel û gul bêje
ger siya Melayî hebit me bi rozê çi hacet

Çavkanî: Selîm Temo: Keştiya Bayê. Wêșanên Dara, Çapa duyem, Stenbol 2018, Rûpel: 29

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen