ez berbiqa li ser avê me
li ber windayînê me şev û roj
di nav biqebiq û
bijiqînê
li sere peqîyanê me şev û roj
li devbehr û deravan
li devçem û nav pêlan
li newal û
çiravan
li
ser alaş û pelan
di
bin tara jîyanê
dipifim
bi şahî û janê
sal duwanzdeh heyam e
berbiqa li ser avê me
hew dixûyêm û dibim berze
nav li min tev sirr û raz e
ketime nav melhezê
digezgezim şev û roj
ez finda li bin agirê me
diçirisim li ber
bayê wextê gûzan
li serê vemirîn û temirînê me
bi ta û girozû li
payîzan
kevirekê gêr û girovel im
hatime avêtin li banê
dêrê
ber bi ketinê ve çavsilûvil im
digindirim şev û roj
cemeda li ber şîqa tavê
barûpiştîyê umrê
min e
ez im derwêşê bexdayê
semyan dihele û dinizile
hişk û zuwa dibim
û dibim çend beyt
û qewl
têm ziwêrandin şev û
roj
ez berbiqa li ser avê me
hevqedera qeşa û findê
me
didanim li eniya kevirê
ketî
diteqim li bal tefîna
cemidî
ez dilopa li nav avê
me
dibiqbiqim şev û roj
hilavêjê li rûyê davê
me
li ber mirinê me şev û
roj
gulan2011wan
Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar