Sonntag, 31. Dezember 2017

Çavnebar

di zaroktiya min de
kitikên min hebûn
mîna xewnên şevên min ên dirêj
regorengo û dibiriqîn

di xortaniya min de
kevokên min hebûn
bi baskên xwe
azadî ji ber dikirin

di zilamtiya xwe de
destbirakên min hebûn
her yek zinarekî ji pola
gul berhev dikirin ji nava birînan

gundekî min hebû
şên bû, şa bû
ji stêrkên havînê
bêtir azad bû

di payîzeke şilî û malkambax de
teyroka çavnebaran barî
ne gund, ne kitik, ne kevok
qesra xweşiyê jî hilweşiya



Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 106

Donnerstag, 28. Dezember 2017

Berdin bila tarî be

                                                li ser qetlîama Roboskî

Komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê ocax dibihurin

Tarî ronî bû
Bîbika çavên qantiran mezin û mezin bûn
Hejmara çavên wan zêde bûn
Çavên mirovan ji hevûdin xatir dixwest
Çav û laş ji hev derbas bûn
Bêje bi heznî ne
Li vir Pablo Picasso bîr bînin – Guernica
Komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê ocax dibihurin

Navê wan qaçaxçî bû
Bi xizanî ji sînoran derbas dibûn
Xizaniyê ji sînora derbas dikirin
Navê wan qaçaxçî bû
Hezar car jî qaçaxçîtî bikirana
Jiyana wan tu car nediguherî
Cara dawî cuda
Ewê jî wan nedît

Çendîn  sal ewil gulle, îro jî bombe
Çendîn sal ewil sî û sê
Îro yek jî ser da
Kirîvo rewşê naweşînin, dibêjin nenivîsin
Kirîvo komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê weşan kor dibin
Kirîvo bixwazin nexwazin li vir Ahmed Arif tê bi bîr
Komar bixwazin tarî ronî dibin
Li ronahiya komarê ocax dibihurin
Ne hewce ye
Berdin bila tarî be…


Çavkanî: Mem Med, Berdin bila tarî be, Wêşanên Nûbihar, Stembol 2012

Sonntag, 3. Dezember 2017

Gava tu diçî

Gava tu diçî rabûn rûniştandina te dimîne
Tunebûn ji te ye, hebûna te jî dihewîne
Mîna ku ro diqulibe tîna wê dimîne
Were berxa min were
Şibak li benda heyvê dimîne

Te her li cî rûyê xwe xistiye
Li ser diyara
Li serê riya
Li belgê dara
Li bîlboarda

Dema tu niqûtî dilê min
Jiyanek nû li min peyda bû
Mîna adarê av diçe darê

Çavkanî: Mem Med, Berdin bila tarî be, Wêşanên Nûbihar, Stembol 2012

Donnerstag, 16. November 2017

Hûr e hûr

………………
Nihêrînek jî heye li dûrî çavan
Hembêzkirinek jî heye ji bilî milan
Bêhnkirinek jî heye çawa bêbinîne derya
Pirsînek jî heye naqedin bersiv
Dûr e dûr

Hin talepkar jî hene
Dibe jî nabe jî, wek çeqelan
Lê gur jî hene meha çila
Zûr e zûr

Tenê bi ken nîn e mirov
Şev saet nîvê şevê jî heye
Kûr e kûr
Mirinek jî heye heya dawiya emrekî
Hûr e hûr


Çavkanî: Mem Med, Janistan, Wêşanên Nûbihar, Stembol 2014

Freitag, 20. Oktober 2017

Ger Hûn Bixwazin

ger hûn bixwazin
xizaniyê binasin
șevekê li gundê min bibine mêvan

ger hûn bixwazin
mirinê binasin
li baskên qulingên koçber binihêrin
bêhna șewatê tê ji wan

ger hûn bixwazin
evînê binasin
taldeya rojhilatê dilê xwe bipelînin
bi çawa bi ken diteyîsin stêrk

ger hûn bixwazin
welatê min binasin
vekin deriyê êgir û rojê
çivîka mirovhez a heftreng
dê bifire ber bi we


Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 105

Montag, 28. August 2017

BIRATIYA ME

Biratî,
Ne mîna min,
Ne jî mîna te ye.
Min ji te ra got bira,
Bé şuphe.
Her tişté xwe parve kir ji te ra.
Min tim da, qet negirt,
Te tim girt, qet neda.
Ez dilteng, kelgîrî búm,
Dema min tengasiya te bihîst ú dît.
Tim kir ku xwe bigihînim te,
Derd ú kulén te parve bikim.
Bi biratî,
Kul ú keserén te belav bikim.

Te dît ú bihîst halé min.
Tu carî ji min ra karneketî.
Dema ez biratî hatim cem te,
Te destén xwe diréjî min nekir.
Alîkariyé cîh bihélîne,
Te daf ú dolax hanîn seré min.
Te biratiya min a dilé pak,
Ji bo menfaeta du rojén duné,
Herimand ú xeripand.

Biratiya yek alî,
Çîn neman hanî seré min.
Dîsa jî ez hişyar nebúm.
Min bi nezantiya xwe,
Bi navé biratiya şaş,
Dest bi mafén xwe berdan.
Te bi daf ú hîletî,
Bi navé biratiya şaş,
Mafén min dest min girt.
Ne ez hişyar búm,
Ne jî çavén te yén nebar tér bún.

Mîna hemú şaşitiyan,
Şaşitiya biratiya me jî,
Bi distaré demé hat hérdin.
Kî neheqiyé mal ava kiriye
Ku mala te jî bé avakirin.
Çirúska múma derewiyan.
Hetan seré sibé,
Tu carî neşewitiye.                                             

Biratiya bi rastî,
Ne zaliman,
Ne jî mazlúman,
Tehemmúl dike.

Biratiya me ya şaş bimire jî,
Biratî,
Di navbera caméran da,
Hetan hebúna însaniyetiyé,
Jiyanê didomîne,
Hetan roja qiyameté,
Keleka xwe,
Di behra dilén pak da,
Bi rúmet ú bi dilxweşî digerîne,
Réwiyén xwe,
Geh vî alî,
Geh wî alî.
Siyar ú peya dike.

Qet jibîr meke!
Biratî,
Xwestina ji bona xwe,
Ji bona birayé xwe jî ,
Xwestine.                                                          

            
 Hesen Polat   
05.02.2002, Séşem, Hamburg

Montag, 21. August 2017

Jin

navê van çi bû
dibêjim pirr ne girîng e bejn û bala wan jî
teqez ji duduyan yek xwedî xizêm bû
û di stranan jî hilnedihatin

porkurên bira û bavên xwe bûn her wext
di berdêlê de jî nedigotin ay
kevaniya mal û mindalan
di her gepa nanê me de
kul û keser
ked û rûmeta wan

bi rûmet in bi xîret in
tu carî ji rêzê derneketin
strana gerdûnî tim gotin
hebûna me ne jinên Kurdan

bar hilgirtin, av kişandin
gulle berdan, xwîn rijandin
li ber zilmê serî netewandin
ala me ye jinên Kurdan

navê jinê şêr e li welatê min
kakilê jiyanê jin e
li vê dinyayê, li wê dinyayê

Xwedê me bide xatirê wan


Çavkanî: BERKEN BEREH; DILÊ MIN PALGEH E JI ISQÊ RE, HEMÛ BERHEM. Gulan 2011, Diyarbakır.

Sonntag, 4. Juni 2017

NEYNIK


Carna bi saetan
Li hemberê neynikê dimam
Bi lez û bez min peyvên xwe sererast dikir
Li pêş neynikê
Û ez derdiketim
Diçûm li nav gund û bajaran digeriyam
Di meha tîrmehê de diçûm paletiyê
Li bajarê Amedê
Li taxa Deriyê Çiyê
Min kindira xwe li sêdarkê dixist
Li Hîroşîmaye û Helepçeyê
Min bîna gazên kîmyewî dikişand pozê xwe
Li ewrûpayê dibûm cihû
Û min hesrên Yehova pak dikir
Li jêra behra spî
Min zarokatiya xwe dida ber birçîbûne
Paşê bi şopên peyvên serarast re
Bi aramî dihatim pêş neynikê
Min tewaf dikir neynik
Wekî kevirê hecerul eswedê…

Yek caran jî
Şa dibûm bi qilafetê xwe
Li pêş neynikê
Li pêş çavê civatê
Û peyvên min di nav lêvên min de
Berevajî bazdida pêş neynikê
Wê demê…
Talanê dest pê dikir
Li gund û bajaran
Azman dihat parvekirin
Bi top û tivingan
Bi cih dikirin dojeh
Li ser rûyê cîhanê
Ez jî hîn di guhê gê de dimam
Paşê vedigeriyam bi ser ujdana xwe ve
Min dixilxiland edî
Hemû neynikên cîhanê

Çavkanî: Ulku Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir

Freitag, 17. März 2017

Helepçe, evîna min… Helepçe

dawiya sibatê adar ji qulincên zivistanê diwelidiya
û adar ewrek tarî ji jahra mijokdariyê barkirîbû
hêj beriya nevrozê destpêkiribû șîna evîna min
û dibarand dilopên xwe
 
dê ew roj newroz șahiya xwe di xeliçeyek kurdî de binexșandiya
 
ez hêj zarok bûm, an jî simbêlên min nû xwedan didan
min xwe ji bo pêgandina șahiyek nû amade dikir
tepînên dilê min xwe li gor demeke nû yê bi reng û reng hildiavêt
êdî qeșa û cemedên li ser min dê bihelîna
dê dilînên min wek cemekî biharê boș biherikiya
jiyan berbi cergûbezek ve reng bi reng govend girêbidaya
û xweza dê xwe mîna bûkek xwemilandiya
dinya berbi kesk sor û zer ve gavek nêzîktirbûya
li dû șînên berê de
stranên evîniyê xwe ji bo demsalek nû biafirandiya
 
niha pêșiya her adarê destpêdike sancûyên min
beriya ku ez bigihîjim adarê dest pê dike ewrên gewr
li ser min.
beriya ku ez bigihîjim adarê tepînên dilê min wekî guleyên pêșmerge li dû hev diteqin.
û ez li benda rojekê xweștir de berêvara 17 Adarê li Helepçe diçilmisim,
gul ji çiqlên min diweșin…
 
Adar im ez
jêderkên hemî hêviyên min çar roj beriya newrozê tê zuwakirin
û ez dergușek çar roj șûnde li ber sînga dayîka xwe mirî me,
lê hêjî bi giyan im,
ji hezar salan berbi pêșerojek azad ve difirim.
ez mirî me,
bi giyanek pîroz im,
di hemî zeviyên bej ên vê welatê de șax didim berbi hêviyên nû ve.
 
avdar e,
dema avên ku li xwezayê digere…
giyana ku li xewkerên serxweș vedije.
ava destpêka jiyanek nû.
destpêka șahiya xweza ya pîroz.
demek dawiya bageran.
demek dawiya bahozan,
û destpêka pêlên bilind.
ax çiqas kû digirîn meluliyên min le gel șahiyên min.
kî dê jî min hêviyek bixwaze,
kî dê li min vegere stranek bistrîne.
ax ez civîkek bûma
bifrîma berbi cîyên ku ranagehim,
min bidîta ji çiyayên bilin
ka dê çawa destpê bikira rûhê adarê di vegera demsalek nû de.
 
di bin siya destpêka demsaleka nû de melul im
û dema ez destpê himbêzkirina roja nû dikim,
li min bobalatekî peyda dike di serê sibe ya salvegara helepçe de.
 
Û digrîm… û digrîm…
 
berbi windabûyan ve… di stranek têjî qêrîn de destê xwe dirêjê destê wan dikim. hinek caran li mirinê digerim dema guhên min wê stranê dibihîzin… wekî ku stranek bênav e, naxwazim nasbikim gotinên wê, lê li min xerîb nayê awazê wê, ji min gelek dûr e, kena wê ya li pêș min li min gelek nêzîk xuyadike, her tim winda dikim, lê ez li pêy wê me û cardin li xwe vedigerim, di gûhên min de qêrînek ji peyvoka hêvî diçingîne.
 
ji nû ve ruhê min li min vedigere
berbi nîsanê ve șiyar dibim
lêvên min ji kedera rûyê min bișînin
 
helepçe, evîna min… helepçe
 
azad avci
meha adarê 2005 – 2006
 
Çavkanî: azad avci; dilopên nîsanê, Stembol 2008, Weşanên Komal

Freitag, 10. März 2017

XURBET



Diltengiyê didin qafiye di stiranên bêriyê de
Lewra ku hertim xurbet veşartî bûye
Û kalînên berxekî piçûk di dilê me de

Fetisîneke pir bi pîhn li derve di hewayê de
Perpitîna dil û qêrînên girtî di sîngê de
Tiştek li ser zimanê min e ku hê ti kesî negotiye

                                                                                               Tîrmeh 1981


Çavkanî: Sabah Kara; Mersiyeyên Rojhilat, weşanên Nûbihar, Stenbol 1998