Sonntag, 23. Dezember 2018

ROJ HEYE


Xem û xeyalan
Datînim bin serê xwe
Divê ku ji bîr nekin

Bi tesbîhê vedikim
Kul û kesera
Roj heye ku min bivê

Roj heye ku vêkeve
Ji çirûska dil
Xitêra ferehiyê
Ronahiyê ramîsim
Di brandina
Tarîstanê de.


Çavkanî: Rojen Barnas. Kadiz. Wêşanên Nûbihar. Stenbol 2013. Rûpel: 204


Sonntag, 18. November 2018

Nas / Na / Me


Nas
di heyva rezberê de mabû
bermahiya helbestekê.
li keleha jorîn,
di nava qulên maran de,
şîn hatibûn kincên rengneftî
ên cesednasan.

Na
serkêşiya jiyanê dikir
dûrikên bixwînî
û dibû strana herî dirêj.
na.
û digotin:
em ê nalenalên xwe
her û her bizeliqînin
bi wêneyan ve!

Me
Pendên wan
em lewitandibûn
bi pûngan.
me
nasnameya xwe
ji bin şikêran
û ji qulên maran derdixist.

                                               Sibata 2013an / Mersin

Çavkanî: Dîlber Hêma; Nas – Na – Me,  Stenbol 2015, Weşanxana avesta,  rûpel: 15-17

Freitag, 2. November 2018

Do


Do…
Dîsa tu,
Hatî bîra min.
Şev reş bû,
Tarî…
Tarîstan.
Dîsa deriyên derdan,
Li min vebûn,
Ji kulan re,
dil bû nîşan.

Do…
Dîsa min,
Qutiya dil,
Ji te re vekir.

Û ez,
Bi xiyalan re,
Ketim şer,
Bi evînên,
Mirî,
Û nîvcû re,
Min kir ceng.
Qêrîna min,
Bihîst kerran,
Dîsa te serî neda,
Û ne jî,
Ji te derket deng.

Çavkanî: Felat Dilgeş; Bi xatirê te zimano Stenbol 2014, Çapa duyem, Weşanxana Nûbihar,  rûpel: 68-69

Samstag, 22. September 2018

ku çemek


ku çemek bajarekî bike du şeq
dê biponijin taxên dûr li ser şevê
tu ji kîjan alî yî

ku deryayek xwe bispêre çiyayekî
dê reşî her meyla bayî bike
tu li kîjan alî yî

ku ewrek têkeve nava erd û esmanan
dê ziman bilebite di devê berşîrekî de
tu ji kîjan peyvê yî

ku cudayî bi evînekê bigire
dê bîranîn şûrê xwe tûj bikin
tu ji kîjan devê şûrî yî



Çavkanî: Selim Temo; Keştiya Bayê, Stembol 2018, çapa duyem, Wêşanên Dara, rûpel: 38


Montag, 3. September 2018

stiran û helbest


piştê her stiranekê
            ku bi zarokan re digirî
            û bi çivikan re difire
piştê her melodoyekê
            ku dil û xeyalê dixe rêwîtiyê
            û berê wan dide dem û diyarên bihûrî
helbest her û hey amade ye
            ku biteqe ji qelbê min ê zelzeleyî
            wek çiyayên hinavpizot
            wek çiyayên gewrîsor û pêtlêdayî

                                                                         berfanbar2011diyarbekîr

Çavkanî: Sidiq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar,  rûpel: 182

Samstag, 26. Mai 2018

NASNAME


Nasnameya min di devê min de
Derya min a fikr û tesewirê
Hişê min jê hêzê distîne
Bilindî û kûrî pê
Teşe didin pêlên fikrê.

Nasnameya min di devê min de
Dayîna dê û bavê min
Ne pasaport e ku bê çirandin
Ne kaxiz e ku tu bavêjî
Nasnameya min di devê min de
Kes nikare bistîne ji min

Zimanê min î şîrîn û nazik
Zimanê min î çoris û tûj
Nasnameya kesîtiya min
Nerm e geh, geh bi girrik

Nasnameya min di devê min de
Zimanê min î bav û kalan.


Çavkanî: Rojen Barnas. Kadiz. Wêşanên Nûbihar. Stenbol 2013. Rûpel: 300

Freitag, 13. April 2018

Şîret

mirin ji seriyek pîvaz erzantir e, dizanim
bajêr xwe spartiye kirasê xwe
lew her dil dixewire
bi tenê kêlîkek be jî jiyan
berê demançeyê li eniya te be jî
wext heye ji evîniyê re
Xelîlê Menîcê!
bi biryar be, bi rik
ne navê xwe biselmîne
ne bide bacê
hingê heft deriyên bihuştê
vekirîne ji te re
wekî çil caran çûbî hecê


Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 128

Dienstag, 13. März 2018

Helepçe


em bi hev re mirin mirovno!
pênc hezar însan
ne şînahiya esmanan
ne xweşikbûna kulîlkan
herikîna çem û robaran
û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ye êdî.
stranên me yên evînî rawestiyan
lê negerin
naxuye
di bîbikên me de jiyan
ji toza ewrên zer û bêhna sêva riziyayî zêdetir.
jixwe em xizmên hev bûn
xewn û xeyalên me wek hev
em bi hev re mirin
pênc hezar însan.



Çavkanî: Berken Bereh: Dilê Min Palgeh e Ji Ișqê re. Wêșanên Lîs, Diyarbekir 2011, Rûpel: 73

Montag, 12. Februar 2018

Rojên Derbaz

Rojên min ên derbaz bûn,
Ber nadin dawiya min.
Her çiqas jibîr bikim jî,
Dîsan tên ber rêya min.

Hinek caran pelek zêrîn,
Yek caran qaytînek narîn,
Carcaran dengek bi nalîn,
Wan dîsan tîne bîra min.

20.06.2002, Berlin


Hesen Polat

Donnerstag, 8. Februar 2018

ÇÎROKA ME

Hatin
Şevereş bû
            û şevek tarî
Wek kuliyên berfê, ji esman
-Mîna risasê giran
            û mîna risasê sar-
Bi lezek dijwar
            mirin
                        dibarî.
Em çil mal bûn di gund de
Çil mal:
Bav, bira dê xwişk,
Ap, xal,
Xaltî û met
Bapîr û nevî
Gişk
Mîna xelekên rêzilê
Em hişk
          em hişk
bi hev ve bûn
Û em,
Heft rojî û heftê salî…

Hatin
Di beyaniya derewîn de
Nehiştin ku zeraqê Rojê
            di kûreya xwe ya germîn de
Biqijile.
Nehiştin stranên keçên xama
Bi bûkanî binizile
            li cobaran
Û hûn zanin?...
Nehiştin ku van sûtalên heft salî
Ji niha pêde hêlekanên xwe çêkin
Û hêla bin
            li gulyê daran.

Hatin
Bi rext û tifing û mîtralyoz bûn
Hatin
Bêpar bûn ji dilovanî
Ji aliyê mehrebanî ve
                        piştxûz bûn.

Em çil mal
-Bav û dê
            xwişk û bira,
                        ap û xal

Em giş
Kal û sûtal-
Kirin kadîna kayê,
            di mizgeftê de:

Şev bû
Şevereş bû
Zimanên pêtan pir-çiqulî
Diqelaştin kezeba şevê
Û dibiraştin dilê wê
            tanîn xwarê

Di serê nikulê singuyan de
Gurçik dipirpitîn hevalo!



Çavkanî: Rojen Barnas. Kadiz. Wêşanên Nûbihar. Stenbol 2013. Rûpel: 55-56

Mittwoch, 17. Januar 2018

koçerê

çengek din min vexwara…
dildarê kaniyê wê me,
der dibin ji tehta,
spî,
zelal,
qir qeşa,
qir-qeşa ye ava kaniyên welatê min…

ku asik diçêrin, kerî…
ref ref kew têne ser wan
û şivan li bilûrê dixe
bêrîvanî têhn, kerengvanî westayî
xwe berdidin dora wan…

te, pûng diye,
nedîbe te bihîstiye…
ya navê kevzêş
keçikekê çizmazk daye hev
yeka din ji tolikê tê
xortekî pişt daye tehtê
evîndar,
qîr dike, „koçerêêê!“

koçerê,
bi te re koçer bûma!
bi te re têr bûma, birçî bûma
girtî bûma, kuştî bûma…
li van axan, koçerê lêêê
bela ne penaber bûma!


Çavkanî: Arjen Arî: ramûsan min veşartin li geliyekî, weşanên avesta, 1999, rûpel: 55-56