Samstag, 7. September 2013

zarkên welatê min

di vê ziryana adarê de ev hawar
dê bibe qîrîna dawîn a zarokan
dê di vê axa rengxwînî de bibe tov
dê bi rengê xwe yê herî xweşik li ber gulan raweste
dê çiya biherike deştan
deşt biherikin bajaran
aha wê demê
zarokên welatê min
dê bi kenên xwe yên herî xweş mil bidin hev
bi cil û bergên rengîn
dê strana azadîyê ya zaroktîyê bibêjin

                                                               Adar`90


Çavkanî: Îrfan BABAOGLU; Ewrên Baranê, weşanênAmed, Diyarbakir

Donnerstag, 29. August 2013

DITIRSIM

Dest û lingên min
Lihev gerîya dîsa
Bawerîya min nema êdî
Bi pênûs û kaxizê
Ez nizanim…
Te di bin perê kîjan hêmayê de veşêrim
Ditirsim wê hemû helbest
Bi navên te dest pê bike
Wê hilneyîne risteyên helbestê
Gulîyên te…
Ditirsim… ditirsim…
Ez ê ji bîr bikim
Wan çavên te yên zeytûnî
Di nav çarînekê de


Çavkanî: Ulku Bîngol; Mohra Xuda, weşanên Ronahî, Diyarbakir

Donnerstag, 18. Juli 2013

LI HUNDUR

Haya te jê heye dîwarê kevir?
Derê hesin, pencera kor,
Balgiya min, ranza min, zincîra min!
Wêneya xemgîrî ya li zula min
Ku ez di rêya wê de diçûm û dihatim mirinê,
Hayat e jê heye?
Dîdarekêm pîvazê şîn şandîye,
Bêhna qaranfila tê ji cixara min,
Bihar hatiye çîyayên welatê min…


Çavkanî: Ahmed Arif; min ji bêriya te pranga kevin kirin. Werger: Zeynel Abidin. Wêşanen Rewşen, Berlin 1999

Sonntag, 30. Juni 2013

GOTIN Û XÊZIK

Diyar e
Ew gotin û xêzikê hozanî
Weke ava li herik
Di kuraya dilê jîyanê de dirêj dibin û diçin

Nerm
Germ
Û nawestin
Guh nadin xitûbên polîtîk guh nadin diçicin


Çavkanî: Medenî Ferho; BANGA HAWARÊ, weşanên NÛDEM, Çapa yekem: Stockholm 1996

Samstag, 15. Juni 2013

Li Zozanan

Me kon dagirti bûn li zozanên jor
Dihatin keryê pêz him diz û him gur
Diparastin şivanan pez dor bi dor
Xençer li ber navê bûn, hevalê xwe ço.

Bi ro min diçêrand, pezê me î hekal
Ku êvar dadiket, min dajote mal
Mîyan çêdikir ji xwe re mexel,
Li Sîya digerîn, gava germ dibû ro.

Bi kod û sîtilan, jin dihatin bêrîyê
Yek caran bi derengî, diman tarîyê
Yan xatûn hêrs dihat yan şivan diqehrî
„Roj dihere ava, ez dereng mam“ digo

Em zarok bi hev ra diçûn hûrikan[1]
Me hurik dikirin têrik û tûrikan
Me pî dikir tanîn, datanîn ber kon,
„Hindik ber êr kin, wisa zo bi zo“[2]

Bi qalkirin wesa tişt teva nabin
Jin li zozana berê waha bûn,
ji bo jinek nû xweng bira nabin!
Û Temeli debê em mane li ku?


Çavkanî: Hozan Temelî; NAMIRIM, Weşanên temelî, Elmanya



[1] Ezingên piçûk.
[2] Dudu-dudu, çot bi çot.

Dienstag, 21. Mai 2013

Nekujin


çûkan nekujin zarokno
ew hevalên we ne
            nêzîkê we ne
ew dilşahîya we ne
delal û rindikên we nin
biavêjin ji destan wan berqenîkan
lepên xwe yên kel
            lêvên xwe yên bi kenîn
                        pêsîrên xwe yên hênik
                        bikin ji bo wan xan û hêlîn
bila nesilikin ji we
hûn ên hev in
hûn rehma dinê nin
bila bileyzin li bax û bostanên we
li serê darber û devçemên we
dê kê bê li kuleka we bivede
bistrê û bo we tebessim bike
ew tunebin heke…?

zorokan nekujin mezinano
ciwanan çalê erdê nekin
heyîna wan semyana we ye
            dilşahî û çavên we ne
bidin avêtin çekên gemar ji wan destên narîn
nêzîkê hev bin
bila cih biguhêze qêr û hewar
            bi kilamên evînanîyê re
bila hevdû himêz bikin
bi çîçek û leyistokên elwan
bi qelem û pirtûkan
dê kî bê li kêleka we birûne
bikene û rûyên we maç bike
ew tunebin heke…?

                                               Sermawez1997bursa

Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar

Mittwoch, 8. Mai 2013

eşq


Ba gazin ji porên Kalê kir
çima xwe dane hev û
nayên pê re nareqisin.
Porên xembar gotin:
Heta tilîyên Kakil
xwe li me nepêçin
em bi kesî re nareqisin.
Ba got:
Eger ku ew tilî zîz bûn,
an weşîyan!
Porên kelegirî gotin
Wê gavê em ji xwe kurr dikin.

Çavkanî: şerko bêkes; ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb

Mittwoch, 1. Mai 2013

BANG


Banga du yemîn e
Bo mêrên çê
Bo kesên xwedî reşbelek
Bo kesên pirtûk û atlas dinasin re
Bo nêrîna li demê
Vê dema wêran û sotîkirî

Mirovanî ketîye kura risasî
Dernayê
Dilê dayîkan kezeba bavûbiran dişewite
Êdî bi qoqê cebanî wilo
Wilo rewşzanin li rê naçe

Dem bêzar e
Dem neçar e
Bêdengîya rojane
Birîna demê bi derman nabe

Ne ji  giranî û ne ji mêranî ye
Ne ji zanîn û ne ji neqamî ye
Ketina rekiha hesinî
Kefenê rewşenbîrî ye

Dewran keslan e
Dewran zexel e
Wext kurmî û bê mecal e

Sersarî
Mîna bizmarê zingarî
Di seldilkê ronahîyê de çikandî
Hêdî hêdî agirê mirinê dilorîne

Piştî kambaxîyê
Awaza li ser cebanan
Bê azad û bê tewaş e

Çavkanî: Medenî Ferho; BANGA HAWARÊ, weşanên NÛDEM, Çapa yekem: Stockholm 1996

Samstag, 27. April 2013

pirs hene, zanim


kulîlkekê dirêjî min bik
te kulîlk nebe, ramûsanekê
ramûsanekê
ji hinarkan
an
ji lêvên qeresî!

girtî  me
li dûr
û hepsê
serdana min î û tu tê
û ramûsanekê nikarim bistênim
heyfa salan hiltênim
deyndara min be
û wer bihêle
hinarkên gewezî!

îlleh, distênim
qîma xwe tênim, carek din…
serdanek din,
-hê bi rê neketî, hê li malê-
bipêçe ramûsana
ji min re, li desmalê

pirs hene, zanim
û zanim Xurs vala ye
te saxtî dikin bi rê de
bindestî di gewrîya te de ta ye
û li min jî bela ye
umrek e, me dayê
evînek e
ma hewcîyî şahida ye?

Çavkanî: Arjen Arî; ramûsan min veşartin li giliyekî, weşanxaneya avesta, Stembol 2000

Sonntag, 21. April 2013

EFENDÎ


Dînekî afirand ji înkarê
Bi secde û mîhrab û menber
Redda Xweda û pêxamberan kir
Reddê kir xwedê,* xwe kir pêxamber

Ji xwe da destpêkirin tarîxê
Hişyarîyê, zîrekiyê, zanînê
Murîd gotin amîn û dan dû
Ta ku bi serûçav ew kirin rêxê

*xwede: îlah

Çavkanî: Rojen Barnas; MILKÊ EVÎNÊ; Weşanên NÛDEM, Stockholm 1995

Donnerstag, 11. April 2013

GAZIYA MIN


dîsa
îroj perçe perçe dibim
bi destên xwe ez

dîsa
îroj çavên min dertên
bi tiliyên min

dîsa
îroj serê min dipelçiqe
di bin potînên min de

dîsa
îroj dikele xwîna min
li ser kevir û kuçikên ezîz
û bi rûmet

va xwîna nîn e ku
amade dike hêdî hêdî
wekî daristan û kulîlkan
nifşên ayande

ew nifşên ayande ê min in
serfîrazî û azadiya min in
çawa bikim lê
vanê ku xwîna min dirêjin
warê min ê wendayî
û destên min ên bêjehr in

ax destên min
û fexra dilê min
berhev mekin perçeyên min
li ser çîya û baniyên Kurdistanê
bila cehşîya destên min
û bêjehrîya destên min
bibêjin zarokên kurdan re

Çavkanî: BERHIM PAŞA; GAZIYA MIN. Wêşanên Nûbihar, 1997 Îlon, Stembol 

Sonntag, 7. April 2013

BABÊ


BABÊ / 1

                Ji bo te Keko

Geh mirin, a min e
Geh ez, ê mirinê
Dema ku behsa mirinê tê guhê min

Eger bi ya min be, ez ê bêjim
Bila nemrin bavên zarokên piçûk
Ku xwîn digrîn ji bav re zarok
Em ku di hesreta bav de ne hê jî
Ma wê çi bikin di wî umrî de zarok
Eger bi ya min be, ez ê bêjim

Tirmeh 1980


BABÊ / 2

Ey ê ku çav di kenê de mîna du heyvên li şevreşê
Li stêrkan were rehmê, wan nehêle di şevreşê
Weku cilê xwe yên nû di erefa îdê de
Razîne dilê min ê dîn
Di himêza xwe de
Vê şevreşê

Tirmeh 1980


BABÊ / 4

Gotin “miriye”
“Miriye” gotin histêrê min

Ez bezîyam şibakê, “ma gelo sekiniye dunya“
(Ez wisa fikirîm bîstekê)

Çawa dimeşin hê jî mirov
Ro çawa ronî dike hê jî

Zilamek dikene li derve
Li dûr zarokek  digrî

Tirmeh 1980


BABÊ / 5

Çaycî di qedehekê de çay bide min
Ku lê neketibe devê mirîkî
Kursîyekî bide min ku mirî rûneniştibe
Û masekê ku bêhna mirî jê neyê

Ez nikarim li çayxanê rûnim, wisa li derve
Ne li erd û ne li azmên, wisa li derve
Li cihkî ku ez nebhîsim dengê mirinê
Kils nikare sipî bike siya mirî û mirinê

Tirmeh 1980


Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Donnerstag, 4. April 2013

rastiyarî


rabû gur
                dîroka xezala letîf nivisî
‘elî ya velî…
peyva wateya hebûnewarîya me a însanî xeyîrî
ne ez mam ne tu…
xwenasî ji keleha xwe  a yekaneyî derket
ket rîyan
meşî û licimî
her ku fikirî ket şaşî û pişirî…
hat herikandin dûra aveke bi herî
çilmisîn pelên gula xweyarîyê
dirîk mezin bûn
bejn dan û bûn dîyarî…

rabû gur
                dîroka xezala letîf nivisî
‘elî ya velî…
Înkarê ji îşkê kilama xwe rist
li hemberê mezinê mezinan bi şirkî
ji xwe çû
                ket xewê
                               raza ta dawî…
hin dît ku şîyarbûye ji nişkavê;
çav beloq
                qidûm sist
                               dest vala
                                               rû qirmiçî
                                                               giyan belave
                                                                              dinya kambax
                                                                              asîman reş
                                                                              saq mirî
                                                                              mirî ax
                                                                              hey wax
                                                                              sar e ax!
rabû gur
                rahişte pênûsê
                û xwest ku…
                na…!
                ket û mir
                dinya bû ev
                dît ku tev virr…

                                                                              hezîran1999bursa

Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar

Mittwoch, 27. März 2013

EZ Û TU


Tu av î
ez kanî me
tu xwîn î
ez tamar im
tu mêjî yî
ez serî me
tu roj î
ez tîrêj im
tu beng î
ez bengî me
tu nebî
ez li ku me

Çavkanî: Raif YAMAN; Xewna Avê, Weşanên Pêrî, Stembol, Rezber 1998

Sonntag, 24. März 2013

ŞEMITÎNA STÊRKAN


Ku şemitîna stêrkek
Nimaya mirina yekî mezin be;
Herşev ji esmanê me
Stêrk dişemitin bê hejmar.

Ne bêsedem û beyhûde ye,
Ku hêvîdarên siberoj in, em.
Me welatek wer zayok heye
Ranaweste li ber rihsitîn tu car.

Neşemitin stêrk! bêsedem,
Nexuricin bê şop û bê ronahî.
Xuricîna we, divê azahî.
Tov ke li dû xwe, bi kerem.

Çavkanî: Rojen Barnas; MILKÊ EVÎNÊ; Weşanên NÛDEM, Stockholm 1995

Freitag, 22. März 2013

sibe Newroz e


hêvî ne libên tizbeha min
ta, ji sebrê semax e
qutîya min mişt tûtina qaçax e
bîhna Helhelê ye
diçe û tê
û difûre bi qevzên min re li hepsê
sibe seredana min tê
qewitîya nêrgizekê kirime
û gotime bîne
hûçkên kirasê xwe de
kevir
pîşo
û heste!

sibe Newroz e!


Çavkanî:  Arjen Arî; ramûsan min veşartin li geliyekî, Wêşanên Avesta 2000, Stembol

Donnerstag, 14. März 2013

ŞÎNA ZAROKÊN LI HELEPÇE HATIN QETILKIRIN


Hun wisa dilgeş û kamran in ku îdî
Tevkujîya zarokan jî nikare we xemgîn bikê
Ma ne em bûn ku me nalîna mezlûmekî
Zelzeleke cîhanî qebûl dikir ji bona herkesî

Berê mirî nefesa xwe ya dawî didan û dimirin
Li Helepçê zarok ji vê jîhatin mehrûmkirin
Dayîkno we çima em nefetisandin hengama welidandinê
We çima em mehkûm kirin ku em bibînin vê rezaletê

Ew ku çîya nikarin rahêjin vî barî, ma çawa
Wê rahêjin milê me van hemû tabûtan bi carekê
Hîroşîma, Veyetnam, Efxanistan, Filistîn
Têr nekir xwîna zarokan Dehhakê demê

Heyf e ku em bi qasî Kawa jî nehatin ku Kawa mir
Lê Dehhak hezeran Dehhakan welidand bi carekê
Bila bigrî welatê Selahaddînê binavûdengê min
Bila bigrî Qudsa Ezîz li ser vê qederê

Gelo em çawa dijîn di bin vê zîlletê de çawa
Mîna keriyek kerr, keriyek lal, keriyek kor
Bila di mejiyê me de rabê qîyamet eger wê rabê
Yan raperînek birûmet, yan bila tevkujîyek giştî biqedê

Gulan 1988


Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Mittwoch, 13. März 2013

helepçe


Çardeyê mehê bû
Li ser Goyjê
ba qelema min firand.
Dema min dît û pê nivîsî
kom kom firîyan peyvên min.

Panzdeyê mehê bû
Sîrwan qelema min bir
Çaxê min girt û pê nivisî
Bûn masî helbestên min

Şanzdeyê mehê bû
Ax şanzdeyê mehê!
Ku Şarezûr qelema min wergirt
Dema vegerand ku ez binivîsim
Wek Helepçe hişk bûbûn tilîyên min.


Çavkanî: şerko bêkes; ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb

Montag, 11. März 2013

DIL


Bila nexweş nekevê
Ti dem zarokê sêwî
Bila yê min bin, yê min
Qeza û belayê wî

Xemên wî bila yê min
Nexweşîyên wî yê min
Û hemû şahîyên min
Bila bibin malê wî

Neyê birrîn dengê wî
Neyên girtin çavê wî
Bila bigrî, jenga dil
Pak dikin histêrê wî

Di dil de bayê sibê
Kenê zarokên wisa
Xwezî ew destên biçûk
Min şev û roj ramûsa

Sibat 1981

Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Montag, 25. Februar 2013

şev û roj


ez berbiqa li ser avê me
                li ber windayînê me şev û roj
di nav biqebiq û bijiqînê
                li sere peqîyanê me şev û roj

li devbehr û deravan
                li devçem û nav pêlan
                               li newal û çiravan
                                               li ser alaş û pelan
                                               di bin tara jîyanê
                                               dipifim bi şahî û janê
sal duwanzdeh heyam e
berbiqa li ser avê me
hew dixûyêm û dibim berze
nav li min tev sirr û raz e
ketime nav melhezê
                digezgezim şev û roj

ez finda li bin agirê me
                diçirisim li ber bayê wextê gûzan
li serê vemirîn û temirînê me
                bi ta û girozû li payîzan
kevirekê gêr û girovel im
                hatime avêtin li banê dêrê
ber bi ketinê ve çavsilûvil im
digindirim şev û roj

cemeda li ber şîqa tavê
                barûpiştîyê umrê min e
ez im derwêşê bexdayê
semyan dihele û dinizile
hişk û zuwa dibim
                û dibim çend beyt û qewl
têm ziwêrandin şev û roj

ez berbiqa li ser avê me
hevqedera qeşa û findê me
didanim li eniya kevirê ketî
diteqim li bal tefîna cemidî
ez dilopa li nav avê me
dibiqbiqim şev û roj
hilavêjê li rûyê davê me
li ber mirinê me şev û roj
                                                               gulan2011wan

Çavkanî: Sidîq Gorîcan; Şev û Roj Berbiqa li ser avê me, Stenbol 2012, Weşanxana Nûbihar


Freitag, 15. Februar 2013

EVÎNA TE


Evîna te ez bernedam.
Birçî mam, tî mam,
Xayîn, tarî bû şev
Can xerîb, can bêdeng,
Can parçe parçe…
Û destên min li kelepçê,
Bê titûn, bê xew mam,
Evîna te ez bernedam.


Çavkanî: Ahmed Arif: min ji bêriya te pranga kevin kirin, Wêşanên Rewşen, Berlin 1999, Wergêr: Zeynel Abidin.

Samstag, 9. Februar 2013

FIRAT


Firat pêl pêlîne
Bê deng
Gerdun li min xeman
Lê firat zelal
Fikrim li dabor bunê bê zewreq
Lê Firat zexim
Ketim kûrahî a avên Firat
Li xerq bûm
Bûm dilopki herikim diyar, diyar
Bûm xwarin
Bûm weaxwarin
Min xwarin, wexwarin
Geh Dubişk û Mar
Geh Gur û Çeqel
Rê dûr
Rêwingîn lezgîn
Şafir bejinbost
Firat sewzedar û drêj
Dinya cemidî
Firat gerim
Germa havinê min şarand
Kelîyam wek hilm rabûm ezman
Bûm keskesorek heft rengîn
Bê roj çum ava
Bûm ewr
Bûm mêj
Jîyam li jêr û jor
Geh bûm baran barim
Geh Teyrok
Daxwaza min mezin
Firat giranbiha
Cihan li min dijmin
Firat li min bendeman
Ez bende kiri
Lê Firat li bendeka xwe ajawe
Jîyan ji ma rû reşî
Mirin re bûm evîndar
Wek Ferişt’e bask vekim
Bifirim tebeq, tebeq
Mina Melay‘ê Cizirî
Silav bidim Feqî ê Teyran,  Mela ê Batê
Di gel Eli Herirî
Bi bim Mivan
Geh li Ehmedî Xanî
Geh li her du Seidan*


Çavkanî: Hiseyn Eli Başar: DOZA JÎN Helbest, navê weşanxaneyê, sala çapbûnê û cîhê çapbûnê ne belû ye.
* Bediuzzaman, Şex Seid
Jêrenota min: Di pirtûkê/kitabê de çer hatîye nivisandin wer jî min ber girtî ye. Ez naxwezim tu helbestê ji gor xwe serrast bikim.

Mittwoch, 6. Februar 2013

HÊSRÊ ÇAVÊ MIRÎYA


Wîn, ên mirî çi dikin di binê axê de?
Wîn qe aciz nabin?
Wusa rût û tezî nacemidin?
Mal û welatê we qe nakeve bîra we?
Ên li dinyayê qe difikirin?

Wexta birçî dibin
Kî dizane dilê we dibije çi?
Kî ji we zeveş kî ji we qawîn hesdikir
An we birçîbun jibîr ve kir?

Yeka bedev nêzikî we de derbas bibe
Dengê lingê wî tê we, an! ne?
Rojên we çewa derbas dibe li wir?
Bişev wîn qe ranakevin?

Mirinê we kor kir an kerr kir?
Lêvên we paçîkirinê naxwazin qe?
Gava bêrî dikin, tedayî dikişînin?
Wîn jî mîna me digrîn?
An we girî jibîr ve kirîye?


Çavkanî: Medeni Azad: Min Berfîn Dît, Weşanên Berfîn, Köln
Jêrenota min: Di pirtûkê/kitabê de çer hatîye nivisandin wer jî min ber girtî ye. Ez naxwezim tu helbestê ji gor xwe serrast bikim.

Freitag, 1. Februar 2013

li welatê min


Li welatê min
rojname lal ji dîya xwe dibe.
Li welatê min
radyo kerr ji dîya xwe dibe.
Li welatê min
televîzyon kor ji dîya xwe dibe.
Ewên bixwazin
li welatê min
Ew bi saxî ji dîya xwe bibin
Wan lal dikin û dikujin
Wan kerr dikin û dikujin
Wan kor dikin û dikujin
Li welatê min.


Çavkanî: şêrko bêkes; ji nav şiîrên min, weşanxaneya avesta; Çapa duwem 2001 Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin; Bedran Hebîb

Mittwoch, 30. Januar 2013

HELBESTVAN IM EZ


di destekî min de misas
di ê din de boça hêlet
li pêşîya min du gayê zerî
cotkar im ez

di destekî min de rayê telbîs
di ê din de pîjê serhildan
li pêşîya min ronahîya rojan
tovê rizî me ez

di destekî min de kef û pêçik
di ê din de qalûncek tûj
li pêşîya min genimê sor
palevan im ez

di destekî min de bilûr
di ê din de berxikek kulek
li pêşiya min kerîyê pêz
şivan im ez

di destekî min de zont
di ê din de kulîngê dudev
li ser milên min ava bûn
mizgefta „Bursê“ û qesra „Topkapi“
û abîdegor*
karker im ez

di destekî min de pênûs
di ê din de wêneyê pepûkan
di mêjiyê min de dilînê bindestan
helbestvan im ez


Çavkanî: BERHÎM PAŞA; GAZIYA MIN, Weşanxaneya Nûbihar, Îlon 1997 Stembol
*Anitkabîr

Samstag, 26. Januar 2013

JIBO HEVALÊN MIN


Destê min bi hev ve girêdayî
Histêr durr in di çavên me de
Û tizbî ye li ser gepên me girî

Em di xemê de xem in ji hev re
Û şahî ne, di şahîyê de

Çavê me mirêk in û huzn
Pejn dike ji birînên me
Çavdêrên hev in em hertim
Em ku jibo aştîyê dibêjin
Û em aştîyê dibêjin bi timî

Eşq neşq dibe di gergefa me de
Ji çiçikên demê, em ku sebrê dimijin

Çavderên birînên xwe ne em
Dibên „gul“ bi birînan û bi wan
Ji lêvan selamê didin

Ew xerîb in ku em
Di kanîya çavan de li avjînê digerin

                                                                  Nisan 1980

Çavkanî: Sabah Kara; MERSÎYEYÊN ROJHILAT. Çapxaneya Nûbihar, 1998 Nîsan, Stembol

Donnerstag, 24. Januar 2013

name…


şorbenîsk min ji bîr kir
tilîşewitî, hevrêşk û meyîr…
ji xwezîya
tasek dims li ber min bûya
niha li vir…
lo esker çi dikir bela bikira!..

bi min re ma.
-newê gorê baş e-
hisreta qeraş aş e
ya min şal û şapik…
taldeya tehtek Gebar de niha
min pal dabûya
nanek tenûrê ji hebûya
azad bûma hê çêtir;
ji xwe bindest im…

ez bêjim, têm çavên te“
niha şil in…
û destên te binmil in, xwîşka min
silavan ragîhin xwarzîyê min
bêje, „xalê te diramûse,
têr têr tê enîya te“-

û li ber mekeve
li ber min jî
ma ez xalê kê me?
ne… te digot, „çi mêr e!“
-berxê nêr ji bo kêr e-
êşa xwe mexe dilê xwe
sibehekê rabe xwîşka min,
bi ser wî bajarokî di bidêre…

birayê te…


Çavkanî: Arjen Arî; ramûsan min veşartin li giliyekî, weşanxaneya avesta, Stembol 2000